المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA GUNDÊ DÊRNA AXÊ YA BI SER XWECIHIYA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST..

0 64

Di roja sêşemê 22.12.2020an de,encûmena gundê Dêrna Axê ya bi ser xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik ya çilaxa ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li darxist.

Dest pêkê xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Serokê encûmena gund birêz Emar Elî bi xêr hatina beşdarbûyan kir,û şopandina karê komîtên encûmena gund kir yên hatin avakirin.

Herwiha endamê encûmena xwecihî birêz Ebdî Şindî, rawestiya li ser rewşa rêxistinî û tekez bû li ser Pabendbûna beşdarbûyan ji civatan re .

û li ser rewşa aborî û civakî û tenduristî jî hat gengeşekirin ya ku herêm di qonaxek hestiyar de têde derbas dibe.

Û belavkirina nexweşiya veyrûsa korona û bandora bilindbûna nirxê dolar li hemberê lêreya Sûriya û bihabûna nirxên pêdiviyên jiyanê.

Herwiha bûyerên siyasî yên nû gengeşe kir û bi taybet bi awayekî berfire hat gengeşekirin li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de û rasteqîna ENKSê ji van danûsitendinan diyar kir ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Kurdistana Sûriya ji bo parastina mafê gelê kurd.

Û tekez kir li ser berdewamiya van danûsitendinan ji bo ew pêlanên dijî wê bi binkevin.
Herwiha civat rawestiya li ser Eniya Aştî û Azadî û êrîşkirinên herî dawî li ser ofîsên encûmenên xwecihî û partiyên bi ser ENKSê ve jî.

Herwiha hat diyarkirin li ser giringiya rola encûmenên gundan di vê qonaxa hestiyar de.

Wek tê zanîn encûmena gundê Dêrna Axê yek ji encûmenên gundan ne yên  şaxê Dêrna Axê ku ew  bi ser encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik ve ye, ya Çilaxa ye ya bi ser ENKSê ve.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.