المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI ÇILAXA MAMOSTE MIHEMED ISMA’ÎL SEMÎNAREKE SIYASÎ BI RÊ VE BIR.

0 75

Bi vexwendina Encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik ya bi ser ENKSê ve,di roja sêşemê 29.12.2020an de, demjimêr 2ê piştî nîvro li Çilaxa semînarek siyasî û cemawerî hat lidarxist.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr û herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û encûmenên gundan yên bi ser encûmena pakrewan Nisredîn Berhik ve,û rûsipî û tîrên Kurdî û bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan yên bi ser ENKSê ve û cemawerekî pir.

Di destpêkê de serokê xwecihiyê birêz Elî Ferso bi xêr hatina hemû mêvanên beşdar kir û xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên kurd û kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan bi sirûda Ey Reqîb.

Herwiha piştre, semînar ji aliyê endamê desteya serokatiya ENKSê mamoste Mihemed Isma’îl ve, hat pêşkêş kirin,

û li ser rewşa siyasî li sûriya bi giştî û bi taybet li ser rewşa Kurdî – Kurdî li kurdistana Sûriya û bûyerên herî dawî hat sekinandin.

 

Herwiha Mamoste Mihemed Isma’îl li ser danûstandinên kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de, rawestiya,û xalên yên ku gihiştinê têgihiştinan ji bo yekhelwesta Kurdî anî ziman.

Herwiha Mamoste Mihemed Isma’îl,tekez kir ku ev karê ji bo rêkeftina kurdan ne dijî ti pêkhatiyên di nava Sûriya de ye ,

çi ji aliyê neteweyî û olî û ne dijî ti welatên derdora Sûriya ye.

Û tekez kir li ser giringiya têkildariyan bi hemû pêkhatiyên dî ji Ereb,Siryan,Tikeman û Ermen…

li ser bingeha çanda nermî û jiyana hevbeş li ser bingeha rasteqîna hevbeşî di welat de,li gorî belege û peymanên civaka navdewletî.

Herwiha mamoste Mihemed Isma’îl bi awayekî berfire rasteqîna ENKSê diyar kir li ser jidilbûna wê li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de.
Herwiha semînar rawestiya li ser Eniya Aştî û Azadî jî.

 

Herwiha di dawiya semînarê de beşdaran pirs kirin û pirsên xwe diyarkirin ji bo rewşa niha û qonaxa bê, û ji aliyê Mamoste Mihemed Isma’îl ve, bersiva wan bi awayekî Zelalmendî hat dan.

Herwiha Serokê encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik birêz Elî Ferso di dawiya semînarê de,bi navê xwecihiyê spasiya hemû mêvanên beşdar kir li ser beşdarbûna wan.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.