المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞAXÊ BAJAROKÊ ÇIL AXA YA BI SER ENCÛMENA XWECIHIYA PAKREWANA NESREDÎN BERHIK CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DAR XIST.

0 81

Di roja çarşemê 15.7.2020an de, şaxê bajarokê Çil Axa ya bi ser encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik ve, civîna xwe ya yasayî li dar xist.

Di destpêkê de, kêlîkek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.

Piştre civatê rewşa rêxistinî, ramyarî û pêş xistina rola şaxê ya encûmena bajarokê Çil Axa gengeşekirin .

Di derbarê vê yekê de, endamê encûmena xwecihî birêz Resûl Umer ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:”Tekezî kir li ser pêş xistina rola şaxên gundan bi giştî û bi taybet ya bajêr, ji ber ku encûmenên xwecihî stûna bingehîn e ya ENKSê”.

Herwiha di derbarê danûsitendinên kurdî -kurdî Umer anî ziman û got:” Divê bi lez bighên rêkeftinek dawî ji bo bi cîhkirina mafên Kurd di Sûriya sibe rojê de.

Hêjaye gotinê ku kar û xebata encûmenên xwecihî yê bi ser ENKSê ve, di vê dema dawî de pir çalak û bi nirx bûye, ev tê wateya rasteqîne ku ENKSê xwedî piroja netewî Kurdî ye, ji bo parastina mafê gelê kurd li Kurdistana Sûriye.

Ragihandina ENKSê
Wergerandin :Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.