المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Fêsel Yûsif : ENKS ê berdewam e ji bo der xistina komên çekdar ji bajarên di bin kontrola wan de û vegerandina penaberan ..

0 75

 

 

Fêsel Yûsif hevrêzê giştî yê TÇKS û endamê desteya serokatiya ENKSê di heman demê de, li ser rûpela xwe ya taybet bi zelalmendî mijarên giring dîyar dike.

 

Wek tê zanîn mijara duh di roja çarşemê 15.7.2020an de, mamoste Fêsel Yûsif li ser rûpela xwe ya fêyêsbûkê diyar kiriye ku ENKSê wê aktîvîtên(xebat,hewildan) xwe bişopînin ji bo der xistina komên Çekdar ji bajar û gundewaran yên herêmên Efrîn, Girê Sipî û Serê kaniyê, û vegerandina penaberan û koçberan li ser malên wan.

 

 

Herwiha Yûsif dîyar kiriye, ku ENKSê wê xebat û hewildanên xwe bişopînin ya ku ji du salan ve, destpê kiriye ji bo derxistina komên Çekdar ji bajaran û gundewarên herêmên Efrîn, Girê Sipî û Serê kaniyê, û vegerandina penaberan û koçberan li ser malên wan bi aştî û ewlehî , ew jî di derbarê têkiliyên ENKSê bi Emrîkan û hevalbendên wê re û Rûsiya û Turkiya û endametiya wê di Îtîlafa niştîmanî ya opozisyonê de , û bi hemû hêzên aştîxwaz û berevaniyên  di ber mafên mirovan re.

 

Herwiha Endamê desteya serokatiya ENKSê mamoste Fêsel Yûsif, dîyar kiriye Ku ew derketina hin komên Çekdar di wan her du rojên derbasbûyî de ji wan herêman gelekî giring e, û divê berdewam bibe bi der xistina komên Çekdar yên din û mafên hemwelatiyan li wan vegere. û cezakirina her kesê ku tawan kirine. Û rêveber kirina wan herêman bibe ji aliyên neşteciyên wê yê resen(akincî) bi riya hilbijartinên paqij di bin çavdêriya navdewletî de.

 

Herwiha mamoste Fêsel Yûsif dîyar kiriye ku di heman rengî fe û di vê dema pêwendîdar de, bilezkirina avakirina helwest û yekbûna kurdên Sûrîyeyê , hewcedarîyek bilez û girîng e ku bi van dosayan û pirsgirêkên din re mijûl bibe .

 

Herwiha endamê desteya serokatiya ENKSê û hevrêzê giştî yê TÇKS mamoste Fêsel Yûsif, di dawiya gotara xwe de, piştgirtiya xwe bi xelkên Efrîn, Girê Sipî û Serê kaniyê re, da xuyakirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Wergerandin: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.