المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandeke Partîya Yekîtî Kurdistanî serdana ofîsa encûmena xwecihî ya Girkê Legê kir

0 72

Îro roja pêncşemê” 16″ ê, tîrmeha, “2020 ” an, şandeke ji rêxistina Girgê Legê ya partiya Yekîtiya Kurdistanî _Sûriya, serdana ofîsa encûmena xwecihî ya bajarê Girgê Legê kirin.

 

Û herwiha şanda Yekîtî bi seroketiya endamê komîta Siyasî birêz M,”Ferhan Mer’î”, û M,”Sebah Hemdo”, endamê komîta navendî pêk hat.

Û herwiha ev şand ji aliyê serokê encûmena xwecihiyê û endamê wê ve hatin pêşwezî kirin.

 

Û herwiha herdû aliyan di vê hevdîtinê de li ser danûstandinên di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de rawestiyan, û tekez kirin ser giringiya danûstandinan ji bo yekrêzî û yek helwesta kurdî û her ji bo xizmeta berjewendiyên gelê kurdî de û bi dest xistina mafên rewa yên gelê kurd li Kurdistana sûriyê gengeşekirin.

 

Û herwiha ji rexekî dî ve li ser bûyer û pêşveçûnên dawî li Kurdistana sûriyê anîn ziman.

 

Û herwiha herdû aliyan rawestiyan li ser binpêkirina mafê gelê kurd li navçeyên Efrînê û Girê Sipî û Serê Kaniyê, û herwiha hewldanên ENKS ê, derbarî derketina çekdaran ji wan navçeyan û vegerandina koçberan ji bo deverên wan bi awayekî aramî û aştîyane ..

 

Û tê zanîn ku Partiya Yekîtî yek ji wan partiyên sereke ye di encûmena niştîmanî kurdî de..

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Wergerandin : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.