المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ SERDANA MALBATA BIRÊZ FERHAD TEMÊ KIR.

0 134

Di roja yekşemê 24.7.2022an de,şandeke encumena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê encumena Pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,bi serokatiya birêz Idrîs Şêx Xelef,serokê xwecihiyê serdanek piştgirtî ji malbata birêz Ferhad Temê endamê desteya cîbicîkar yê Şepêla Pêjeroja Kurdistan Sûriyê û nûnerê wê di xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê de,ya bi ser ENKSê ve û endamê emîndariya giştî ya ENKSê kirin.

 

Wek tê zanîn ev serdan jî pîştî ku erbeya birêz Ferhad Temê ji aliyê komek çekdar ya bi ser PYDê ve hat şewitandin.

Herwiha di vê serdanê de,hemû endamên xwecihiyê hemû kiryarên xerab yên bi vî rengî ku dijî hemû alîgirên ENKSê ji alyê komên çekdar yên bi ser PYDê ve şermezarkirin û diyarkirin ku ev karên xerab nikarin me rawestînin li ser kar û xebata ENKSê ya ku xwediya piroja netewiye.

Herwiha ji aliyê xwe ve,birêz Ferhad Temê spasiya hemû endamên xwecihiyê kir li ser vê serdana bi vîn û bi nirx û tekez kir ku emê berdewam bin li ser kar û xebata piroja xweyî netewî.

Wek tê zanîn di şeva roja Îniyê 22.7.2022an de,erebeya

birêz Ferhad Temê endamê desteya cîbicîkar yê Şepêla Pêjeroja Kurdistan Sûriyê û nûnerê wê di xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê de,ya bi ser ENKSê ve û endamê emîndariya giştî ya ENKSê ji aliyê komeke rûgirtê yên bi ser PYDê ve,hat şewitandin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.