المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ZIRKAN: TOPBARANKIRINA DEVRA ZIRKANÊ JI ALIYÊ TIRKIYA Û ÇETEYÊN BI SER WÊ VE BERDEWAME..

0 135

Li gorî zaniyariyan û çavkaniyên xwecihî ji berî çend rojan de, bajarokê Ebû Rasên û Til Temir û gundewarê wê tên topbarankirin bi çekên giran, ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

Herwiha di encama van topbarankirinan de, ziyanî mezin gihiştiye nişteciyên wê deverê. Ji ber vê yekê rewşa xelkên devera zirgan bi giştî ketiye metirsiyê û liv û tevgera xelkê pir lawaz dibe.

Di derbarê vê yekê de,çavkaniyekî xwecihî ji devera Zirganê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û got:

“Îro di roja Yekşemê 24.7.2022an de, katijmêr 7ê sibeha bajarê Ebû Rasên û gundewarê wê,bi çekên giran hatin topbarankirin ji aliyê Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve.

Herwiha çavkaniyê taybet got:

“Lê piştî topbarankirinên vê dawiyê,û hîn topbarankirin berdewamin ji aliyê Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve,rewşa xelkên deverê ketiyê metirsî û zahmetiyê,Ji ber vê yekê liv û tevgera xelkê rawestiya ye.Û xelkên bajarê Ebû Rasên kocber dibin û bajar vala dibe”.

Herwiha di heman demê de jî, nişteçiyên Zirganê gazinan dikin ji civaka navdewletî û bi taybet her du welatên xwedî hêz( Emrîkan û Rûsiya) dibêjin,Heta kengî wê herêmên me werin topbarankirin ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.