Home / Breaking news / “6” sal li ser teqîna Qamişlo ya li Taxa Xerbî ve derbas dibe..

“6” sal li ser teqîna Qamişlo ya li Taxa Xerbî ve derbas dibe..

Her sal wek îro çîroka şehîdên teqîna Qamişlo ya taxa Xerbî bi dilekî xemgîn û azar tê bi bîr anîn , ku xwîna wan bi tîpên zêrîn li ser diwaran hatiye nivîsandin û di dilê her morovekî de bi zindî hatiye tomarkirin…

Ku di 27ê Tîrmeha sala 2016 an , teqînek bihêz bi rêya kemiyoneke bombekirî li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hejand û bi dismaleke reş ezmanê Qamişlo tarî kir…

Û di encama vê teqînê de bi dihan kes şehîd ketin û bi sedan birîndar bûn..

Û ji bi hêzbûna dengê teqînê xelkên Qamişlo daketin kolanan û dengê qêrîn û hêsrên dayîkan û hewara bavan li nava taxên Qamişlo de dihat bi hîstin…

Û herwiha li kolana ku teqîn lê rûda ku bi navê kolana azadiyê dihat naskirin, ku di destpêka şerê Sûriyê de 2011 an , bi hezaran keç û xortên kurd li pêşiya mizgefta “Qasimo” bi yek dengî banga doza azadiyê dikirin …

Û hêjaya were gotin ku her sal salvegera şehîdan li heman cihê teqînê tê bi bîr anîn û wêneyên wê li ber çavê her mirovekî de dimîne…

Ragihandina ENKSê
Qamişlo: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.