المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Termê siyasetmedar ” Elî Qazî” gihişt Hewlêrê Paytexta herêma kurdistanê..

0 83

Bi amadebûna serokê Herêma kurdistanê ” Nêçîrvan Barzanî” û gelek rayedarên din yên kurdistanê Îro roja duşemê merasîmên pêşwazîkirina termê siyasetmedar ” Elî Qazî”li Hewlêrê Paytexta herêma kurdistanê hate kirin.

Û herwiha biryar e ku termê wî li goristana Kelarê bi xakê were spartin..

 

Û tê zanîn ku roja yekşemê 10ê Tîrmeha 2022an, li bajarê Bon ê yê Elmaniyayê siyasetmedar û xebatkarê kurd ” Elî Qazî” kurê serokê komara Mihabadê pêşewa Qazî Mihemed koça dawî kir …

 

Û herwiha ku siyasetmedar ” Elî Qazî” ji daykbûna sala 1933an li bajarê Mihabadê ya Rojhilatê kurdistanê ,û di dema bavê wî pêşewa Qazî Mihemed komara Mihabadê ragihandin sala 1946an, temenê wî 13 salî bû ..

 

û piştî çend salan ji rûxana komara kurdistanê berê xwe da Elmaniyayê û li wir bi cîh bû..

 

Û herwiha di vê dema dawiyê de berê da Herêma kurdistanê ,lê ji ber têkçûna rewşa wî ya tendirustî careke din berê xwe da Elmaniyayê…

 

Û îro di 10ê Tîrmehê de Elî Qazî di temenê 89 saliya xwe de li bajarê Bonê yê Elmaniyayê koça dawî kir…

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.