المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: OFÎSA JINÊ YA ENCÛMENA XWECIHÎ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DAR XIST.

0 70

Di roja pêncşemê 16.7.2020,an de ofîsa jinê ya encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya yasayî bi beşdarbûna hemû endaman û seroka ofîsa Jinê ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê mamosta Wezna Osê li dar xist.

 

Herwiha civatê rewşa rêxistinî ya ofîsa Jinê gengeşekir, û hat tekezkirin bi çi awayî ofîsa jinê pêşkeve û karê wê fire bibe û çalak bibe di derbarê jinan de ya bajarê û gundewarê wê, û peywendî bi hemû jinan bikin ku  di karê siyasî bikin.

 

Herwiha Civat li ser rewşa siyasî jî, rawestiya hemû bûyerên herî dawî yên siyasî li herêmê rû dide  bi awayekî giştî gengeşekirin.

 

 

Herwiha civatê tekez kir li ser têgihiştinên yên di navbera ENKSê û PYNK de, ji bo yekrêzî û yek helwesta kurdî ya ku xizmeta dosaya gelê kurd li Sûriye bike. Herwiha endaman tekez kirin li ser pêwistiya destpêkirina qonaxa duyem ji danûsitendina re.

 

Ragihandina ENKSê

Wergerandin :Elî Feta

Leave A Reply

Your email address will not be published.