المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE PARTIYA DÎMUQRAT KURD LI SÛRÎ (PARTÎ) SERDANA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ KIR.

0 98

Di roja pêncşemê 21.7.2022an de, şandeke Partiya Dîmuqrat Kurd li Sûrî (Partî)bi serokatiya Sekretêrê Partiyê birêz Behcet Beşîr serdana baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Hewlerê kir.

Di destpêkê de şande ji aliyê endamên nûnertiyê ve hat pêşwazîkirin û ji ber qebûlkirina endamtiya wê di encûmenê de pîrozbahî li partiyê kir.

Piştre rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî hate gotûbêjkirin.

Herwiha di vê serdanê de,gotûbêja li ser pêwîstiya baştir aktîvkirina rola ENKSê di konferansa çaremîn ya Encûmenê de hat gotûbêjkirin, ku dê di demek nêzîk de were lidarxistin.

Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.