المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: TIRIMBÊLA BIRÊZ FERHAD TEMÊ JI ALIYÊ KOMEKE RÛGIRTÎ VE HAT ŞEWITANDIN…

0 239

Di şeva roja Înê 22.7.2022an de,Tirimbêla  birêz Ferhad Temê endamê desteya cîbicîkar yê Şepêla Pêjeroja Kurdistan Sûriyê û nûnerê wê di xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê de,ya bi ser ENKSê ve ji aliyê komeke rûgirtê ve hat şewitandin.

Li gorî çavkaniyekî taybet, di şeva roja Înê katijmêr zêdeyî neh û nîvan yê Şevê, erebeyek Atişwan sê kesê rûgirtî jê daketin û êrîşî erbeya birêz Ferhad Temê kirin û cama wê şkandin û zêdeyî bumbeyekê avêtin hindirê wê û wê şewitandin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.