Di roja Sêşemê 19.7.2022,an de, birêz Mistefa Cuma endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya, berpirsê Rêxistina Ewropa li gel endamê Komîteya Navendî birêz Nûrî Birîmo. serdana baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir.Û ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Di destpêkê de ji aliyê Dr. Kawa Azîzî û endamên nûnertiyê ve hatin bixêrhatin.
Piştre Dr. Kawa amaje bi bilindkirina pirsgirêk, astengî û kêşeyên li pêşiya lidarxistina kongireya çarem a ENKSê kir, ku biryar e di demek nêzîk de were lidarxistin.
Herwiha ji aliyê xwe ve, birêz Mistefa Cuma behsa giringtirîn pirsgirêk û astengiyên li pêşiya zihniyeta teng a partî ya Kurd kir û pêwîstiya dûrxistina ji wê û çûna ber bi karê kolektîf û rê li ber enerjiyên ciwan ên partiyan, kesên serbixwe û akademîsyen vekin.
Herwiha behsa çawaniya çareserkirina van pirsgirêkan ji bo pêşxistina tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate kirin.
Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah