المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BI RÊVEBERÊ OFÎSA WEZÎRÊ NAVXWE YÊ HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ RE CIVIYA.

0 67

Di roja Yekşemê 15.5.2022’an de,şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, li gel Serokê dîwana Wezareta Navxwe ya Dr. Hêmin Mîranî civiya.

Di destpêkê de, şanda nûnertiyê pîrozbahiya erkê nû û serkeftin ji Dektor re kir.

Herwiha Her du alî rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî û azarên Kurdistana Sûriyê di warê koçberî, guhertina dîmografîk û serdestiya desthilata defakto gotûbêj kirin

Herwiha piştre şanda nûneratiyê behsa du xalên giring kir, yekem rewşa heciyên kurd ên Sûriyê, ewlekirina hatina wan bo Herêma Kurdistanê û çûna wan bi rêya firokexaneya Hewlêrê bo Mala Xwedê ya pîroz û vegera welatê xwe bi rêya firokexaneya Hewlêrê.

Herwiha rewşa 2 hezar penaberên Kurdên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê ku zêdetirî 5 salan şûnwarên xwe yên kar bo penaberan guhertine jî hat gotûbêjkirin û niha jî rêveberiya niştecihbûnê vê guhertinê û vegerandina cihên kar red dike.

Ku ev biryar ji bo van penaberan buha û astengek mezin tê dîtin, ji ber wê jî şanda nûneratiyê daxwaz kir ku ew ji sizayan bên efûkirin û destûr bê dayîn ku mayîna wan wek penaber bê dirêjkirin.

Herwih di dawiya hevdîtinê de, şanda mîhvan spasiya pêşwaziya germ kir û guhê xwe da van daxwazan û em hêvîdar in ku ev daxwaz ji bo kêmkirina azarên penaberan bên cîbicîkirin.

 

Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.