المجلس الوطني الكوردي في سوريا

YNKS bi boneya roja zimanê kurdî semînerk li darxist..

0 88

Îro roja yekşemê 15ê Gulana 2022an, Yekîtiya nivîskarên kurdistana Sûriya, demjimêr 5ê êvarî li hola Nûredîn Zaza li Qamişlo semînerk li darxist bi boneya roja zimanê kurdî 15ê Gulanê ku ji aliyê her du nivîskar ,Deham Ebdulfetah û Ebdulhekîm Mihemed ve hate pêşkêşkirin…

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji nivîskar û rewşenbîr û kesayetên siyasî û herwiha rêxistinên sivîlan …

Û tê zanîn ku Yekîtiya nivîskarên kurdistana Sûriya bi boneya roja zimanê kurdî wê heftiyek rewşenbêrî li darbixe ku ji 15ê Gulanê destpê dike ta 19ê Gulanê berdewam bê….

Û herwiha hêjaya were gotin ku ziman bi giştî ew nîşana hevnaskirina miletan e û  xwedan dîrokeke dewlemend û bingehîn û zêrîn e di hebûn û serfiraziya gel de û ji ber pêşxistin û axiftina bi zimanê dayîkê û yê zikmakî karekî pêwîst û pîroz e di nasnameya netewayan de…

Û herwiha wek em dibînin îro ser qada kurdî hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd di berhemên nivîsên xwe de cihekî taybet dane giringiya axiftin û nivîsandina bi zimanê kurdî bi hemû zaravên xwe…

Û ji erkê her kurdekî ye li zimanê xwe xwedî derkeve û bi mêrxasî parastina wê bike ji ber ziman nasnama hebûna milet û gelan e nişana dewlet û serxwebûna kurdistanê ye …

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.