المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandeke Nûnertiya Herêma kurdistanê hevdîtinek bi ber pirsê siyasî yê alîkariya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê pêk anî

0 67

Roja duşemê 16ê Gulana 2022an şandek ji komîteya pewendiyan ya Nûnertiya Herêma kurdistanê ya ENKSê  bi serokatiya Dr, Kawa Ezîzî serokê Nûnertiyê û  M,Barzan Mirê û M,Raman Mela û M,Fadil Delî û M,Waîl Omer pêk dihat..

Hevdîtinek bi Rêkardo Rodrêkiz berpirsê siyasî yê alîkariya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê li bargeha UNHCR li Hewlêrê Paytexta herêma kurdistanê pêk anî …

Û herwiha ev şanda ENKSê ji aliyê ” Rêkardo Rodrêkiz ” ve hatin pêşwazîkirin..

Û di vê hevdîtinê de babet û mijarên girêdayî bi rewşa siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û rewşa kurdistana Sûriyê û pêşhateyan herî dawî hat gengeşkirin..

Û herwiha di heman hevdîtinê de behsa pirsgirêkên sereke yên paneberên kurdistana Sûriyê yên li Herêma kurdistanê dimînin kirin..

Û ji aliyê xwe ve Rêkardo careke din spasiya şanda ENKSê kir û amadebûna xwe ji bo alîkariyê û berdewamiya hevdîtinan bi vî rengî di rojên pêşde kir…

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.