المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE KOMÎTEYA PÊWENDIYAN A NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BI RÊVEBERIYA DERGEHÊ FÎŞ XABÛR RE CIVIYA.

0 65

Di roja Duşemê 4.7.2022an de, şandeke Komîteya Pêwendiyên nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê,bi rêveberiya dergehê Fiş Xabûr re civiya û pirsa penaberên kurd li Herêma Kurdistanê û çawaniya hemahengiya di navbera wan de, ji bo dîtina çareseriya guncaw, rakirina kêmasî û valahiyan û cihê serdanê di nav girîngtirîn gotûbêjên civînê de bûn.

Şanda Komîteya Pêwendiyan ji:

(Dr. Kawa Azîzî, serokê nûneratiyê, Newaf Reşîd, Şems Şerîf, Esmehan Dawid, Margirêt Hesaf) pêk hatibû.

Herwiha Şande bi germî ji aliyê Birêz Şewket Berbiharî Rêveberê dergehê Fîş Xabûr û birêz Nazim û Ebdul Setar ve hatin pêşwazîkirin.

Di destpêkê de serokê nûneratiyê Dr.Kawa Azîzî behsa giringiya bihêzkirina peywendiyên di navbera nûneratiya û rêveberiya dergehê Fîş Xabûr de kir ji bo gihiştina asta herî bilind a hemahengiya di navbera wan de li Herêma Kurdistanê.

Herwiha Azîzî tekez li ser giringiya rola dergehê kir û spasiya Serok Mesûd Barzanî, hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê û rêveberiya dergehê kir ji bo xizmetguzarî û asankariyên ku pêşkêşî penaberên kurdên Sûriyê kiriye, ji ber ku dergeh tekane rêya ku Kurdistana Sûriya û Kurdistana Iraqê bi hev ve girê dide, û ji bo haletên mirovî û hawarhatinê ku berê ji bo navçeyên kurdî li Kurdistana Sûriyê ji alîkarî û pêdiviyên pizîşkî û gihandina hemû xizmetguzarî û alîkariyan di rêya wê re pêşkêş kiribû.

Herwiha jî birêz Şewket Berbiharî rêveberê dergeha Fiş Xabûr bixêrhatina şanda nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî kir û kêfxweşiya xwe bi vê serdanê diyar kir û ji aliyê xwe ve, destxweşî li rola encûmenê û nûneratiyê li ser dezgehan kir. û xizmetên ku pêşkêşî penaberên sûrî dike.

Herwiha Berbiharî tekezî li ser wê yekê ku penaberên kurdên Sûriyê birayên me ne û ev jî erkekî li ser milê me ye û wek Serok Barzanî jî got, ew li ser axa xwe û di nav birayên xwe de ne û hewla dabînkirina hemû derfetan û peydakirina mekanîzmayên baştir didin.

Di dawiya civînê de, Berbiharî girîngiya dîtina rêyên çalakiyên hevbeş û şopandina meydanî ji pêdiviyên penaberan û dîtina mekanîzma û çareseriyên bilez û bibandor ji bo bilindkirina asta xizmetguzariyê ji bo penaberên me yên Kurd ên li Herêma Kurdistanê, anî ziman.

Herwiha Berbiharî behsa aktîvkirina sîstema Onayilin di zûtirîn dem de ji bo serdanên herdu aliyan jî kir.

 

 

Jêder:Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.