المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encamên ezmûnên asta navendî yên pola 12an derket

0 81

Wezareta perwerde ya Sûriyê roja pêncşemê 7ê Tîrmeha 2022an, encamên ezmûnên asta navendî yên pola 12an, belav kirin û hejmarek ji xwendekarên kurd pileyên bilind bidest xistin…

Û herwiha ev yek tê ku 30ê Gulanê de ezmûn destpêkirin..

Û îro 7ê Tîrmehê de li gorî wezareta perwerde ya Sûriyê ragihand ku îsal di sala 2022an, hejmara pêşkêşkarên pola 12an, yên şaxê zanistî li seranserî Sûriyê gihiştbû (134815) û ji wan 74478 xwendekar bi serketin û rêjaya serkeftinê jî gihişta 55.24% ..

Û hejmara pêşkêşkarên başê wêjayî gihişta 70815 û ji wan 38223 xwendekar bi serketin û rêjaya serkeftinê jî gihîştiye 53.98%

Û herwiha ji bilî hemû astengiyên ku xwendekar têde derbas dibin û tevî rewşa zehmet li kurdistana Sûriyê ,lê hêvî û omîdên wan ji pêşrojeke geş re nayê rawestandin…

Ragihandina ENKSê
Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.