المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji Itîlafa Niştîmanî ya Sûriyê pêşwazî li şandeke Encûmena sivîl a Efrînê li Hewlêrê kir..

0 74

Şandek ji Itîlafa Niştîmanî ya opozisyona Sûriyê pêşwazî li şandeke Encûmena sivîl a Efrînê li ofîsa peywendiya Niştîmanî ya PDK-Sê li Hewlêrê Paytexta herêma kurdistanê kir …

 

Û ev şanda Itîlafa Niştîmaniya opozisyona Sûriyê ji her yek Dr,Ebdulhekîm Beşar ” Cîgirê serokê Itîlafê ,û her du endamên destê giştî ya Itîlafê , Birêz Şelal Gedo sekreterê Partîya Çep a Demoqrata Kurd li Sûriyê û Imad Birho pêk hat..

 

Û şanda Encûmena sivîl a Efrînê ji  Birêz Erif Hebeş ,Sibhî Henan, Mehmûd Hesen, Sûmeya Reşo pêk hat..

 

Û di derbarê naveroka vê hevdîtinê her du aliyan bi giştî ser rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê bi taybetî rewşa Efrînê gotûbêjkirin…

 

Û ji aliyê xwe ve Dr,Ebdulhekîm Beşar ” cîgirê serokê Itîlafa Nîştîmanî ya Sûriyê û endamê ofîsa siyasî ya partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, derbarê kiryarên ku wan di nava hevpeymaniyê de li ser Efrînê kirine û dikin behis kir.

 

Û herwiha Dr,Beşar ” di hevdîtinê de nîşan da ser êş û azarên xelkên wê, û binpêkirinên ku ji aliyê hin çekdaran ve tên kirin, û hewlên nehiştina koçberan ji vegerê ji aliyê PYDê ve li herêmên Şehba yê de  .

Û herwiha şanda Encûmena sivîl a Efrînê jî armancên Encûmena sivîl a Efrînê û nerîna wê ya ji bo çareseriyê li Herêma Efrînê û hemû herêmên kurdî li Rojavayê Kurdistanê behis kir ….

 

Û di dawiya vê hevdîtinê de ,her du aliyan tekezî ser yekkirina xebatên hevbeş ji bo dîtina çareseriyên guncaw derbarê pirsgirêk û aloziyên li Efrînê rûdidin kirin …..

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.