المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE JI PARTIYA YEKÎTÎ SIRYANÎ SERDANA BAREGEHA ENKS Ê KIR.

0 67

Duh roja duşemê 29.6.2020an de, şandeke ji partiya Yekîtî Siryanî bi serokatiya serokê hevbeş Senehrîb Bersûm û bi rêz Efram Ishaq endamê desteya cîbicîkar û bi rêz Eblehed Koriyê endamê encûmena partiyê serdana baregeha ENKSê kir li bajarê Qamişlo.

Herwiha şanda partiya Yekîtî Siryanî hatin pêşwazîkirin ji aliyê serokatiya ENKSê.

Herwiha şanda partiya Yekîtî Siryanî di destpêkê de, pîrozbahiya ENKSê kir li ser gihiştina wê bi PYNK li ser hin têgihiştinan.

Herwiha Serokê partiya Yekîtî Siryanî,tekez kir li ser giringiya van hevdîtinan û têgihiştinên ku çêbûne û yên siberojê çêdibin bi awayekî xwezayî têkevin bin xizmeta pêkhateyan bi hemû awayî û rêzgirtina nerîna cûda û parastin li ser jiyana hevbeş ji teva re.
Herwiha tekez kir li ser ku Sûriye çareserî na be bê yî ku hemû hêzên siyasî li ser qada Sûriye bighên têgihiştinan.

Herwiha ji aliyekî din jî serokatiya ENKSê tekez kir li ser hajê hatiya wê bi van danûsitendinan, ya ku ne dijî ti pêkhatiyên din in li herêmê.Û ew di heman demê de, kar dikin bi pênasiya mafên hemû pêkhateyan û giringiya rola hemiyan ta bighên rewşek ji dad,ewlehî û aramî.

Herwiha her du aliyan gelek bûyer û pêşketinên çêbûne li ser qada Sûriye gengeşekirin, û tekezkirin li ser giringiya dosa gelan li Sûriye, wek gelê Kurd û gelê Siryanê Aşûr û hemû pêkhatiyên din ta bighên çareseriyek siyasî ya dawî li Sûriye.

*Jêder:Rûpela fermî ya partiya Yekîtî Siryanî.

Ragihandina ENKSê
Wergerandin:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.