المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Encûmena xwecihî ya bajarê Girkê Legê civîna xwe ya yasayî li dar xistin

0 55

Îro roja duşemê” 29 ” ê pûşberê, encûmena xwecihî ya Girkê Legê ya bi ser ENKS ê ve, civîna xwe ya yasayî li dar xistin bi beşdarbûna hemû endaman.

Û Di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir,

Û herwiha di civînê de li ser rewşa rêxistinî baş rawestiyan û têde ser pêşketina kar axifîn derbarê têkilî û hevdîtin bi hemû şaxên encûmena xwecihî yên bi ser ENKS ê ve li bajarê Grikê Legê de zêde bike .

Û ji rexekî dî ve M, “Zehra Ehmed ” endama emîndariya giştî ya ENKS ê, di civatê de pêşhateyên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûriyê bi bi giştî û qada kurdî jî bi awayekî taybet anî ziman,
Û herwiha civat rawestiya li ser lihevkirinên di navbera encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de bi alîkariya Amerîka û bi serpirştiya serok Mesûd Barzanî.

Û herwiha di civînê de gotûbêjkirin li ser Yekîtiya axiftinên encûmenê yên siyasî ji bo nêzîkirina kurdî _kurdî, da ku mafê gelê kurd di destûre nû de were çespandin.

Ragihandina ENKS ê
Wegerandin :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.