المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dêrik : Encûmena xwecihî civîna xwe ya yasayî li dar xist

0 73

Îro roja sêşemê encûmena xwecihî ya bajarê Dêrikê ya bi ser ENKS ê ve, li ofîsa PDK-S ê, civîna xwe ya yasayî li bajarê Dêrikê li dar xistin bi amadebûna piraniya andaman.

 

Û Di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Berzaniyê nemir.

 

Û herwiha di civînê de li ser rewşa rêxistinî rawestiyan û gengeşekirin.

 

Û piştre di civatê de li ser rewşa Siyasî jî rawestiyan û gotûbêjkirin li ser daxuyaniya li hevkirinê ya ku berî demekê di navbera Encumena niştîmanî ENKS ê û Partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de hatibû ragihandin .

Û herwiha ji rexekî dî ve endaman di civînê de li ser operasiyonên leşkerî ya ku ji hêla Tirkiyê ve li Herêma kurdistanê têne kirin bi tundî ev kiryarên ku sivîlan armanc dikin şermezar kirin.

 

 

Û herwiha di civatê de li ser rewşa civakî ya xelkê li herêmê de axifîn û bi taybet piştî bilindbûna nirxê dolar li hember diravê herêmî û bandora wê yên neyînî li ser rewşa civakî û jiyanê bi giştî gengeşekirin .

 

 

Û herwiha endaman di dawiya civatê de axifîn li ser pêwîstiya giringiyekê bidin ragihandinê ji ber ku ragihandin xwedî berjewendiyeke mezine di vê qonaxa têde derbas dibin .

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Wegerandin :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.