المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek Yekîtî Kurdistanî serdana ofîsa Şepêla Siberoja Sûriyê kir

0 78

Roja yekşemê” 19″ tîrmeha “2020 “an, şandeke ji rêxistina Girkê Legê û Çil Axa ya Partiya Yekîtî Kurdistanî -Sûriya bi seroketiya M,”Ferhan Mer’î”, endamê ofîsa siyasî, serdana ofîsa Şepêla Siberoja Sûriyê li Rimêlan kirin.

Û ev şand hate pêşwazîkirin ji aliyê Şêx “E’wde Eldêf ” nûnerê tevgerê li Bakurê rojhilatî sûriyê, û herwiha Şêx  mûsa’d Elcerbû’h Elşimerî berdevkê tevgerê li cezîrê û herwiha rojnameven “Omer Elmetrûd “.

 

Di civînê de her du aliyan li ser bûyer û pêşveçûnên nû li sûriyê bi giştî û bi taybetî di herêmên kurdî de anîn ziman .

 

Û herwiha derbarê vê hevdîtinê de her du aliyan tekez kirin li ser berdewamiya parastina aştiyê li navçeyan û giringiya çareseriya siyasî li sûriyê li gorî biryara navdewletî 2254 ,û herwiha pêwsîtiya her pêkhateyek li sûriyê xwedan mafê avakirina pêşeroja sûriyê de hebe.

 

Û herwiha ji aliyekî dî ve her du aliyan di hevdîtinê de gengeşekirin li ser pêwîstiya vekişîna komên çekdar li deverên Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Sipî , û vegerandina koçberan li navçeyên wan.

 

Û di heman hevdîtinê de şanda tevgera siberoja sûriyê piştgirî û piştevaniya xwe ji danûstandinên kurdî re ku di navbera her du aliyan encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de dan xuyakirin.

Û ev yek piştî M,”Ferhan Mer’î ” endamê komîta siyasî ya Partiya yekîtî li ser li hevkirinên siyasî di navbera aliyên kurdî de baş şîrovekir .

 

Û herwiha di hevdîtinê de şanda tevgera Siberoja sûriyê baş rawestiyan li ser rola dîrokî ya Bavê netewa kurd Mela Mustefa Berzanî û rola serok Mesûd Berzanî di parastina têkiliyên Ereb- kurd de li sûriyê û Iraqê dest nîşankir. . .

 

Û herwiha tê zanîn ku Şepêla Siberoja sûriyê bi seroketiya “Ehmed Elcerba “ku yek ji pêkhateyên desteya danûstandinên Sûriyê ye ..

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Wegerandin: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.