المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji Yekîtî Kurdistanî serdana ofîsa partiya Pêşverû kir

0 68

Şandek ji rêxistina Girkê Legê û Çil Axa ya Partiya Yekîtî kurdistanî _Sûriya, îro roja sêşemê” 21″ ê tîrmaha” 2020 ” an, serdana ofîsa partiya Demoqirata Pêşverû kirin .

 

Û herwiha şanda Yekîtî bi seroketiya Endamê komîta Siyasî M,”Ferhan Mer’î”, û endamê komîta navendî M,”Sebah Hemdo ” pêk hat , û ji aliyê Berêz “Çaçan” û “Enes Omer” ve hatine pêşwezî kirin.

 

 

Û herwiha her du aliyan di hevdîtinê de li ser pêşveçûnên dawî yên siyasî û herwiha rewşa niha li herêmên kurdî de anîn ziman.

 

Û herwiha berdewam kirin li ser hevdîtinên di navbera aliyên kurdî de “encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî” de gengeşekirin û ji aliyakî din ve tekez kirin ser giringiya gihiştina li hev kirinekê di nav aliyên kurdî de.

 

Û herwiha her du aliyan di vê hevdîtinê de li ser rewşa aborî jî rawestiyan û astengî û zehmetiyên ku milet têde jiyana dikin nexasim piştî daketina lêreya Sûrî li hemberî bilindbûna nirxê dolarên Amerîkî.

 

 

Û herwiha tê zanîn ku rêxistina Girkê Legê ya partiya Yekîtiya Kurdistanî _Sûriya, berî du rojan hevdîtinek bi Şepêla Siberoja Sûriyê re ku ew yek ji pêkhateyên desteya danûstandinên sûriyê ye pêk anî bû..

 

 

Ragihandina ENKS ê

Wergerandin :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.