المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Çil Axa û deverên Aliyan ya pdk-s ê semînareke li da xistin

0 70

Doh roja duşemê “20 “ê tîrmeha” 2020″ an, rêxistina Çil Axa û devera Aliyan ya Partî Demoqiratî kurdistanî-Sûriya, semînareke siyasî li ofîsa pdk-s li bajarê Çil Axa li dar xist,.

 

Û di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan berzaniyê nemir.

 

Û piştre semînar hate pêşkêş kirin ji aliyê M,”Ebdelkerîm Mihemed” berpirsê rêxistina giştî, û M, Salih Cemîl û herwiha M, Parîxan Dawûd endamên komîteya navendî yê PDKS ê.

 

Û di vê derbarê de Berêz “Salih Cemîl” endamê komîta navendî , li ser rewşa herêmê bi giştî axivî ,û sedemên dereng kirina li dar xistina semînarên bi vî rengî ji ber nexweşiya koronayê û girtina ofîsan da xuyakirin.

 

Û herwiha M,”Parîxan Dawûd ” endama komîta navendî di semînarê de wiha anî ziman ku kurd ji destpêka şoreşa Sûriyê aliyê opozisyona siyasî hilbijartin ne ya leşkerî ji ber pirsgirêka sûriyê bi siyaset tê çareser kirin ne bi leşkerî û herwiha di encama helwestên me de, em rastî gelek pirsgirêk û astengiyan di hatin, Û herwiha Berêz “Parîxan “, Spasiya rêxistina jinê kir ser kar û rola wê di warên cuda de .

 

Û herwiha di semînarê de berpirsê rêxistina giştî li ser danûstandinên di navbera aliyên kurdî de axivî ku dixwaza me yekîtiya kurdî ye ku em karibin mafên gelê me berçav bikin di sûriya pêşerojê de .

 

 

Û herwiha M, “Ebd_elkerîm ” berdewam kir derbarê mijara danûstandinên qonaxa yekem de û gihiştina nerîneke siyasî hevbeş de, û herwiha amaj bi wê yekê kir ku mijara vegerandina hêzên pêşmerge yek ji xalên sereke ye di qonaxa duyem ji danûstandinan de wê were gotûbêjkirin .

 

û herwiha M, Ebd_elkerîm Mihemed ji malpera ENKS ê re ragihand ku em wek Partî Demoqiratî kurdistanî piştavenî û piştgiriya van danûstandinan dikin ku hewlên mezin tên kirin taku ev danûstandin bi ser keve …

 

 

Ragihandina ENKS ê

Wergerandin :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.