المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA DI NAVBERA ŞANDEK JI HDKSÊ Û PYDKÊ.

0 79

“Duh danê êvarê, di roja Duşemê 6/12/2021ê de, şandek ji endamên ofîsa Cîbicîkar ya Hêzên Demokrat ên Kurdî li Sûriya, serdana navenda PYDKê li bajarê Qamişlo kir, ku ji M.Nesir Îbrahîm, D.Selah Mûrad û M.Menar Osman endamên ofîsa cîbicîkar û M.Nesir Remo endamê emîndariya giştî ya HDKSê pêk dihat.

Û şand hat pêşwazîkirin, ji aliyê sekretêra PYDKê xanim.Fesla Yûsif û hejmarek ji endamên komîta siyasî ve”.

Di derbarê naveroka vê hevdîtinê de,M.Menar Osman,endama ofîsa Cîbicîkar ya HDKSê ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

“Di vê hevdîtinê de, her du aliyan bi dirêjî behsa rewşa Sûriyê bi giştî û pirsa kurdî bi taybetî kirin, û di serî de mîkanîzma pêşxistin û çaksaziya Encûmenê û aktîvkirina hemû deste û ofîsên Encûmenê “.

Herwiha Osman got jî:

“Ji aliyekî din ve her du alî rawestiyan li ser danûstandinên Kurdî/Kurdî yên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên Yekîtiya Niştimanî ya bi serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê de, (ENKSê û PYNKê) û astengiyên ku li pêşiya serkeftina vê pêvajoyê ne jî gengeşe kirin”.

Di dawiya hevdîtinê de, her du alî tekezî li ser berdewamiya civînên dualî ya ku dikeve xizmetkirina gelê Kurd kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Rap ort:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.