المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji Yekîtiya nivîskarên kurdistana Sûriyê serdana ofîsa partiya Yekîtî kurdistanî – Sûriya kirin …

0 62

Duh roja duşemê 29ê mijdara 2021″an, şandek ji Yekîtiya nivîskarên kurdistana Sûriya serdana ofîsa partiya Yekîtî kurdistanî – Sûriya li bajarê Qamişlo kirin..

 

Û ev şanda Yekîtiya nivîskaran bi serokatiya M, Luqman Yûsif ” û herwiha hin nivîskarên yakîtiyê pêk dihat..

 

Û ji aliyê M, “Silêman Oso ” sekreterê PYK-Sê û serkirdayên wê ve hatin pêşwazîkirin..

 

Û herwiha di vê hevdîtinê de her du aliyan ser rewşa siyasî li Sûriyê û bi taybetî rewşa Kurdan li kurdistana Sûriyê û ji rexekî dî ve ser danûstandianên kurdî/ kurdî de gotûbêjkirin..

 

Û her di vê derbarê de her du aliyan ser kiryarên ku PYDê dike li kurdistana Sûriyê û nexasim mijara girtina û revandina zarokan de anîn ziman..

 

Û ji aliyekî din ve her du aliyan rola rewşenbîrên kurd di tevgera siyasî û çandî de di vê hevdîtinê de behiskirin..

 

Û di dawiya vê hevdîtinê de serokê Yekîtiya nivîskarên kurdistana Sûriyê Kartek Spasiyê pêşkêşî partiya PYK-Sê kir derbarê piştevanî û piştgiriya wê ji Yekîtiya nivîskarên kurdistana Sûriyê re û ji aliyê , M, Silêman Oso ve hate wergirtin…

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.