Home / Breaking news / HESEKÊ: NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER ENKSÊ VE .. 

HESEKÊ: NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER ENKSÊ VE .. 

Encûmena Xwecihî ya Rojava li Hesekê ya bi ser ENKSê ve, di roja Yekşemê, 28.11.2021ê de, li navenda encumena xwecihî civîna xwe ya asayî lidarxist.

Civîn bi kêlîkek bêdeng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora hatibû ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû, û tekez kirin li ser pabendî bûna civatan.

Herwiha Ji aliyê siyasî ve,xwecihiyê geşedanên dawîn ên rewşa siyasî li Sûriyê û Kurdistana Sûrî gotûbêj kirin.

Herwiha xwecihiyê,bi tundî kef û binpêkirinên di derheqê malbatên pêşmergên Roj li Kurdistana Sûrî ji aliyê Istixbaratê bi ser PYDê ve şermezar kirin.

 

Herwiha civat rawestiya li se serdana komîta pêwendiyên derve ya bi ser ENKSê ve li Mosko.

 

Û civat bi awayekî berfire revandina zarokên temen biçûk ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreş ên bi ser PYDê ve,gengeşe kirin û bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku ev kiryarên xerab dikevin xizmeta dijminên Kurdan.

Herwiha, Civat rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdî (Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî) yên di bin kontirola Tirkiya û komên Çekdar de yên bi ser wê ve, û binpêkirinên di derheqê xelkên resen ve rûdide ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,şermezar kirin.Û gefên Tirkiya ji her demekê bi êrîşkirina li ser deverên kurdî,red kirin û nepejirandin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

ŞANDEK JI RÊXISTINA GIRIKÊ LEGÊ Û ÇIL AXA YÊN PYK-SÊ SERDANA XWECIHIYA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK KIRIN

Di roja pêncşemê 13.1.2022an de,q şandek ji rêxistina Girikê Legê û Çil Axa yên PYK-Sê, …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *