المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE

0 78

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve, li Dirbêsiyê di roja Sêşemê 30.11.2021ê de, civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

Herwiha serokê xwecihiyê M,Idrîs Şêx Xelef rawestiya li ser rewşa rêxistinî.

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû .

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî rawestiya, di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bi pêkanîna wê di nava cemawer de, û tekez kir li ser Pabendîbûn û beşdarbûna civatan, bi taybet beşdarbûna bûyeran.

Herwiha serokê xwecihiyê rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûstendinên Kurdî di navbera ENKSê û PYNKê de.

Herwiha civat rawestiya li se serdana komîta pêwendiyên derve ya bi ser ENKSê ve li Mosko.

Herwiha xwecihiyê,bi tundî kef û binpêkirinên di derheqê malbatên pêşmergên Roj li Kurdistana Sûrî ji aliyê Istixbaratê bi ser PYDê ve şermezar kirin.

Û civat bi awayekî berfire revandina zarokên temen biçûk ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreş ên bi ser PYDê ve,gengeşe kirin û bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku ev kiryarên xerab dikevin xizmeta dijminên Kurdan.

Herwiha, Civat rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdî (Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî) yên di bin kontirola Tirkiya û komên Çekdar de yên bi ser wê ve, û binpêkirinên di derheqê xelkên resen ve rûdide ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,şermezar kirin.Û gefên Tirkiya ji her demekê bi êrîşkirina li ser deverên kurdî,red kirin û nepejirandin.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî, û ewlehîyê bi taybet piştî daketina nirxê lîreya Sûrî li hember nirxê dolarê Emrîkî û estengiyên jiyanê, di derbarê wê de, xwecihiyê bangewazî kir li civaka navdewletî ku pêwîstiya herêmên Kurdî bi alîkariyan heye ji bo derbasbûna rêxistinên xêrxwaziyê li herêmên Kurdî û bi lez alîkariya xelkên herêmê bikin.

Û di derbarê wê de,xwecihiyê ne razîbûna xwe da xuyakirin li ser liv û tevgera hin rêxistinên alîkariyê yên derbasî herên bûne.Ji ber ku bi awayekî binkeftî alîkariya xelkên herê dikin û nakokiyan di nav xelkên herêmê de çêdikin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.