المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI YEKÎTIYA NIVÎSKARÊN KURDISTANA SÛRIYA SERDANA NAVENDA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ -SÛRIYA KIRIN.

0 86

Di roja Çarşemê 29/12/2021ê de, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya serdana ofîsa Tevgera Çaksaziya Kûrdî -Sûriya li bajarê Qamişlo kir,û şand ji

M.Luqman Yûsif serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û cîgirê serok M.Nayif Cebiro Û M.Ebdusemd Mahmûd û Heybet Me’o pêk dihat.

 

Herwiha şand ji aliyê hevrêzê giştî yê tevgerê M.Fêsel Yûsif û her yek ji M. Kazim Xelîfê, û M.Feyrûşa Ebdurihman endamên Nivîsgeha Cîbicîkar ve,hatin pêşwazîkirin.

Di vê hevdîtinê de,Her du aliyan rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî gotûbêj kirin.

Herwiha her du aliyan behsa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî kirin.

Û girîngiya nivîskar û rewşenbîran di xizmeta karûbarên giştî de,gotûbêj kirin.

Di dawiya hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî û berdewamiya hevdîtinên bi vî rengî kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.