المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE

0 82

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve, li Dirbêsiyê di roja pêncşemê 30.12.2021ê de, civîna xwe ya asayî li ofîsa PDK-Sê lidarxist.

 

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û li ser giyanê hevalên xwe Hemîd Hac Mûsa Sîno û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

 

Herwiha serokê xwecihiyê M,Idrîs Şêx Xelef rawestiya li ser rewşa rêxistinî.

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû .

 

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî rawestiya, di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bi pêkanîna wê di nava cemawer de, û tekez kir li ser Pabendîbûn û beşdarbûna civatan, bi taybet beşdarbûna hemû çalakiyan.

Herwiha civat bi awayekî berfireh rawestiya li ser çalakiyên ku xwecihî pê rabûbûn wek semînara di roja cîhanî ya mafên mirovan û roja Aleya Kurdî û bi awayekî zelalmendî hatin nirxandin ji aliyê hemû beşdaran re,û di derbarê wê de,civatê êrîşkirina Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve li ser xwecihiyê di roja Aleya Kurdistanî de, û şewitandina ofîsa wê û lêdana endamên wê bi tundî şermezar kirin.

Û ji aliyekî din ve, civatê xemgîniya xwe da diyarkirin li ser koçkirina hevalê xwe Hemîd Hac Mûsa Sîno.

 

Herwiha ji aliyekî din ve,cîgirê serokê xwecihiyê M.Elî Fetah rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûstendinên Kurdî di navbera ENKSê û PYNKê de.

 

Herwiha xwecihiyê,bi tundî kef û binpêkirinên di derheqê malbatên pêşmergên Roj li Kurdistana Sûrî ji aliyê Istixbaratê bi ser PYDê ve şermezar kirin.

 

Û civat bi awayekî berfire revandina zarokên temen biçûk ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreş ên bi ser PYDê ve,gengeşe kirin û bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku ev kiryarên xerab dikevin xizmeta dijminên Kurdan.

 

Herwiha, Civat rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdî (Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî) yên di bin kontirola Tirkiya û komên Çekdar de yên bi ser wê ve, û binpêkirinên di derheqê xelkên resen ve rûdide ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,şermezar kirin.Û gefên Tirkiya ji her demekê bi êrîşkirina li ser deverên kurdî,red kirin û nepejirandin.

 

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî, û ewlehîyê bi taybet piştî daketina nirxê lîreya Sûrî li hember nirxê dolarê Emrîkî û estengiyên jiyanê, di derbarê wê de, xwecihiyê bangewazî kir li civaka navdewletî ku pêwîstiya herêmên Kurdî bi alîkariyan heye ji bo derbasbûna rêxistinên xêrxwaziyê li herêmên Kurdî û bi lez alîkariya xelkên herêmê bikin.

 

Di dawiyê de,hemû mijar hatin gengeşekirin ji aliyê hemû beşdaran ve.

Û piştre hemû endam hatin spaskirin ji aliyê serokatiya xwecihiyê li ser berdewamiya wan li ser piroja netewî û parastina mafê gelê Kurd li Kurdistana Sûrî.

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.