المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SALVEGERA YEKEMÎN LI SER KOÇKIRINA DAWÎ YA ENDAMÊ OFÎSA CÎBICÎKAR YÊ TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYE JI ALIYÊ HEVRÊZIYA DÊRIKÎ HAT VEJANDIN.

0 65

Bi vexwendina hevrêziya Dêrik Salvegera yekemîn li ser koçkirina dawî ya endamê ofîsa cîbicîkar yê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye Ebdela Tero ji aliyê hevrêziya Dêrik ya tevgera Çaksaziya Kurdî–Sûriye hat vejandin.

Di roja sêşemê 21/7/2020an de, hejmarek ji hevalên tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye bi serokatiya hevrêzê giştî mamoste Fêsel Yûsif û bi beşdarbûna endamên ofîsa cîbicîkar mamoste Welîd Ferman, Kazim Xelîfê û Feyrûşa Ebdirihman.

 

Herwiha Piştre şand serdana mala malbata rehmetî kirin û bi komek ji xelkên herêmê re, berên xwe dan goristana gundê Quldûman .

 

Herwiha li wê dera fatîhe li ser giyanê rehmetiyê Ebdela Tero yê paqij hat xwendin û gurek ji gulan li ser goristana rehmetî hatin danîn bi navê hevrêziya herêmê û hevrêziya giştî.

 

Herwiha Piştre gotina hevrêziya giştî hat xwendin ji aliyê mamoste Welîd Ferman endamê ofîsa cîbicîkar ya tevgera Çaksaziya Kurdî-Sûriye di destpêkê de bi xêr hatina mêvanên xwe yên beşdar kir û axaftina wî di derbarê nirxandina kar û xebata rehmetî de bû, ya ku cihê şanaziyê bû li cem heval û dostên wî  ku koçkirina wî ziyanek mezin li cem wan û li cem tevgera siyasî ya kurdî bi giştî.

 

Herwiha hevrêzê giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye mamoste Fêsel Yûsif axivî li ser jiyaname têkoşîna rehmetiyê bavê Ciwan he wiha di axaftina hevrêzê giştî hat diyarkirin :”Rahmetiyê bavê Ciwan yek ji damezerînên berbiçav bû ji rêbaza Çaksazî û Zelalmendî û guhertin bû û xwedî rolek giring bû”.

 

Herwiha mamoste Fêsel Yûsif di axaftina xwe de, diyar kir û anî ziman:” Em tekez dikin li ser berdewamiya kar ji bo gihandina çi tiştê ku hevalê me mamoste Ebdela Tero li ser asta niştîmanî û netewî baweriya xwe pê aniye”.

Ragihandina ENKSê

Wergerandin :Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.