المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji xwecihiya rojhilatî Qamişlo serdana gora herdû Xebatkarên kurd ” Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif” kir..

0 115

Bi boneya salvegera 24emîn ser Şehîdbûna Herdû Xebatkarên Mezin “Şêxmûs Yûsif  û Kemal Derwîş”

Şandek ji Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKS ê ve, serdana gora wan kir li goristana “Qidûrbek” li Bajarê Qamişlo  û gurzek gul li ser gora wan danîn.

Û ev yek bi amadebûna serokê û Endamên xwecihiyê .

Û herwiha di derbarî vê salvegerê de M,”Nûredîn Xaşo ” serokê encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

” Em weku encûmana xwecihî ya rojhilatî Qamişlo beşdarî salvegera” 24″ emîn ya koçbarkirina herdû xebatkarên kurd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif kir, ev kesayetên siyasî û niştîmanperwerî ne di kar û xebata tevgera kurdî de,û herwiha kar dikirin ji bo doza azadiya milet kurd û xwîna xwe dan ji bo pêkanîna mafê gelê kurd û ji bo milet bigihin mafên xwe yên rewa li Kurdistana sûriyê de” .

Û herwiha hêjaya were gotin ku herdû xebatkarên kurd di roja” 3/11/1996 ” an de, di bûyereke tirafîkê de li ser riya Hesekê Jiyana xwe ji dest dan û li goristana Qidûrbek li bajarê Qamişlo bi axê hatin spartin.

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.