المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDK-Sê bîranîna Herdû Xebatkar “Şêxmûs Yûsif û Kemal Derwîş ” li Qamişlo vejand..

0 294

Di roja sêşemê” 3″ mijdara,” 2020 ” an, demjimêr 3 piştî nîvro, Partiya  Demuqrata kurdistan – Sûriya, salvegera “24” emîn li ser şehîdbûna herdû xebatkarên kurd ”  Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif, vejand bi serdana gora wan li goristana” Qidûrbek “, li bajarê Qamişlo.

Û ev yek bi hazirbûna hejmarek ji milet û nûnerên partiyên Siyasî û encûmana Niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîl.

Di destpêkê de xuleke bê deng li ser giyanê wan hat rawestandin û Fatîha li ser giyanê wan hat xwendin, û gurzek gul li ser gora wan hat danîn.

Û herwiha gotina Partiya Demuqrata kurdistan _ Sûriya, ji aliyê M, “Beşar emîn ” endamê ofîsa siyasî ya PDKS ê, be,hat xwendin, ku bi giştî li ser Jiyana herdû pakrewanan û kar û xebata wan di tevgera siyasî kurdî de anî ziman.

Û di derbarî vê salvegerê de M, “Hesen Remzi ” endamê komîta navendî ya PDKS wiha ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

Û herwiha ji rexekî dî ve tê zanîn ku ku di roja 3 ê, mijdara” 1996″ an, herdû  Xebatkar Şêxmûs Yûsif û  Kemal Derwîş di bûyereke tirafîkê de li ser riya Hesekê dema vegerandina wan ji bo xebateke siyasî de, di encama vê bûyerê de Jiyana xwe ji dest dan û li goristana “Qidûrbek ” bi xakê hatin spartin.

Wêne ji Bîranînê

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.