المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI AMÛDÊ TERMÊ NIVÎSKAR Û SIYASETMEDARÊ KUERD EBD-ElSEMED DAWÛD BI XAKÊ HAT SPARTIN…

0 74

Bi vexwendina Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,îro di roja înê 6.11.2020an de,

bi beşdarbûna cemawerekî mezin termê nivîskar û siyasetmedarê kurd têkoşer Ebd-Elsemed Dawûd li Kurdistana Sûriye li bajarê Amûdê li goristana Şermola hat binax kirin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr, herwiha bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û şandên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve.

Herwiha hin gotin jî hatin xwendin.
Gotina xwecihiya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,hat xwendin ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Mihemed Omer Şêxmûs.

Di derbarê axaftina wî de,bi xêr hatina hemû mêvanên beşdar kir û nirxandina karê xebatkar û têkoşer Ebd-elsemed Dawûd kir.

Herwiha gotina partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye ji aliyê mamoste Ebdilîlah Ocê Cîgerê sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye hat xwendin.

Gotina wî nirxandina kar û xebata hevalê xwe mamoste Ebd-elsemed Dawûd kir û spasiya hemû mêvanên beşdar kir û spasiya hemû aliyên ku alîkar bûn ji roja koçkirina rahmetiyê mamoste Ebd-elsemed Dawûd li ser veguhestina Termê wî ji Ewropa ta bajarê Amûdê kirin ,

û di dawiya gotina xwe de soz da li ser berdewamiya wan li ser rêbaza rahmetiyê têkoşer Ebd-elsemed Dawûd.

Herwiha gotina yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûriya ji aliyê mamoste Ebd-Elsemed Mehmûd hat xwendin.

Herwiha gotina sazûmaniya endezyarên çandiniyên kurd ji aliyê mamoste Mecdel Şahîn hat xwendin.

Herwiha gotina malbata têkoşer Ebd-elsemed Dawid ji aliyê mamoste Nimet Dawûd endamê desteya serokatiya ENKSê hat xwendin.

Di derbarê gotina wî de,nirxandina kar û xebat û nasnameya têkoşer Ebd-elsemed Dawûd dibû,herwiha spasiya hemû mêvanên beşdar kir û bi taybet spasiya xwecihiya bajarê Amûdê kir ya bi ser ENKSê ve.

Di derbarê vê yekê de,mamoste Ebdilîlah Ocê Cîgerê sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye ji malpera me ya ENKSê re ragihandina û anî ziman:

“Wek tê zanîn hevalê me nivîskar û siyasetmedarê kurd têkoşer Ebd-elsemed Dawûd li Ewropa di 30.10.2020an de,koça dawî kir.

Û em spasiya hemû aliyên bûn alîkar ji bo veguhestina termê wî ta gihişt Kurdistana Sûriya.

Îro li mizgefta Qasimo li bajarê Qamişlo limêja cenazê li ser termê têkoşer hat kirin û piştre bi beşdarbûna cemawerekî mezin berên xwe dan bajarê Amûdê”.

Herwiha Ocê got:

“Em spasiya encûmena xwecihiya bajarê Amûdê dikin li ser vî karê wan bi nirx ya ku wan ev vexwendin kiribûn ji bo beşdarbûna li ser pêşwaziya cenazê têkoşer Ebd-elsemed Dawûd û binaxkirina wî li bajarê Amûdê li goristana Şermola:”

Herwiha Cîgerê sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye got:

“Nûnerên partiyên siyasî beşdar bûbûn, kesayetên serbixwe,rewşenbîr,nûnerên civaka sivîl,

şandên encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve Û xelkên herêma bajarê Amûdê jî baş beşdar bûbûn.
Berî ku me hevalê xwe binaxkir hin gotin hatin xwendin di derbarê nirxandina kar û xebata têkoşer û nivîskar Ebdisemed Dawid”.

Herwiha Ocê di dawiya gotina xwe de got:

“Em tekez dikin em ê li ser rêbaz û riya hevalê xwe mamoste Ebd-elsemed Dawûd berdewam bin ji dosaya gelê kurd li Sûriya û parastina mafê gelê kurd yên rewa”.

Herwiha pîştî binaxkirina têkoşer Ebd-elsemed Dawûd xwecihiya bajarê Amûdê spasiya hemû mêvanên beşdar kir û piştre baqên gulan hatin danîn li ser gora rahmetî û wêne Elfatîha hat xwendin.

Wek tê zanîn têkoşer Ebd-elsemed Dawûd endamê partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya bû û bawernameya endezyariya Çandiniyê bi destxisti bû.
Herwiha nivîskar jî bû û hin ji gotarên wî jî hene û hin nivîserên wî jî hatine çapkirin û bi taybet ya giring (Zinara Erebî li Cezîrê)
Lê mixabin di 30.10.2020an de,li Ewropa koça dawî kir û di 6.11.2020an de,li Kurdistana Sûriya li bajarê Amûdê li goristana Şermola bi cemawerekî mezin hat binaxkirin.

Wêne ji Boneyê:


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.