المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji Tevgera Cwanên Demoqiratî serdana ofîsa Yekîtiya Jinên kurdistana Sûriyê kir..

0 97

Şandek ji Tevgera Cwanên Demoqiratî, di roja yekşemê” 10″ ê, cotmeha “2020”, serdana ofîsa Yekîtiya Jinên kurdistana Sûriyê ya bi ser ENKS ê ve li bajarê Amûdê kirin.

Û herwiha ev şand ji serkirdayetin Tevgera Ciwanên Demoqiratî pêk hat.

Û herwiha ev şand ji aliyê “Sumeya Hac Yûnis” berpirsa Yekîtiya jinê û endamên wê ve hatin pêşwazîkirin û bi xêr hatina wan hate kirin.

Û herwiha di derbarî naveroka vê civînê de M, “EbdElrehman Husam” berpirsê ofîsa rêveber di desteya serkirdayetiyê di tevgerê de ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

” Ku di vê hevdîtinê de herdû aliyan bi giştî li ser pêşhateyên dawî yên Siyasî li Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê de gengeşekirin”.

Û ji rexekî dî ve M,”Husam ” anî ziman :” ku di vê civatê de bi awayekî berfireh li ser hevdîtinên di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de, û herwiha li ser giringiya rola ENKS ê ji bo nêzîkirina aliyên kurdî di vê qonaxa hestiyar de ku milet me têde derbas dibe li kurdistana Sûriyê de baş rawestiyan “.

Û herwiha M,”Husam” tekes kir li ser berdewamiya kar û xebata tevgerê û çalakirina rola ciwanan di encûmenê niştîmanî kurdî de.

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.