المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Çîroka “Rewan Elîko ” ji devê Bavê wê yê ku ji Malpera me re got : ez bangî rêxistinên civaka navdewletî û partiyên siyasî û Fermandarê HSDê dikim ku Keça min berdid û ji min re vegerînin..

0 92

Wek tê zanîn di roja pêncşema bûrî de 8.10.2020an ku ,keçek bicûk ji bajarê Dirbêsiyê li Qamişlo hat revandin  ; ew keç Bi navê Rewan Imran Elîko , xwendekara refa yazda ye.
Ji Dayikbûna  1.8.2004an, li Bajarê Dirbêsiyê,

Di derbarê vê yekê de,bavê Rewan mamoste Imran Elîko ji malpera me ya ENKSê re axivî derbarê revandina keça wî û anî ziman:

“Wek hûn dizanin dibistanên bi ser rêjîma Sûriya ve,li bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê bi giştî hatine girtin ,

Û keça min xwendina xwe berdewam dikir, li bajêr Qamişlo,îsal refa yazda ye ,

Di roja çarşema bûrî 7.10.2020an de,keça min çû bajarê Qamişlo ji bo ku dibistana xwe bişopîne ka kengî wê perwerde bi awayekî sererast destpê bikê û wê şevê li cem hevalek xwe şevder dimîne em nizanin çima ma ye.

Bû sibe di roja pêncşemê 8.10.2020an de,ez li dû keça xwe çûm ji bo ez wê vegerînim malê berî ku ez bighêm Qamişlo hevalekî min jê re dibêje bavê Rodî bi min re axivî û got va keça te ji diho ve li cem keça min e

û ji xwe re bi werzîş dilîstin heke tê wer wê bibe were ,

min jê re got erê,dema ez gihiştim cem wî li Qamişlo katijmêr nêzî 12ê nîvro bû ji min re got keça te got  ez ê herim cem hevala xwe bi navê  “Seher Hûseyinî”

û ez ê vegerim ji bo ez herim malê”.

Herwiha bavê Rewan got:

“Em Çiqasî li benda keça xwe man nehat em çûn lîstikgeha Qenat Siwês cihê werzîşê me ku belkî li wê derê be

Lê min keça xwe nedît ez vegeriyam cem bavê Rodî min got ka keça min nexuya ye rabû em li ser watisabê pêre axivîn ji min re got bavo ez nikarim werim min jê re go çim û ka tu li kuderê ye,

ji min re got ez li cem hevala xwe Seher Hûseyinî me û telefon hat qutkirin.

Û ez wê şevê heta nîvê şevê li Kolanê Qamişlo digeriyam û min keça xwe nedît”.

Herwiha mamoste Imran Elîko axiftina xwe berdewam kir :

“Ez wê şevê raneketim heta me li ser riya fêyêsbûkê hevala wê Seher Hûseyinî dît û em pê re axivîn dema me jê pirsî ka hevala te Rewan destpêkê ji me re go ez nizanim.

Lê piştre ku xalo ez ê ji te re bêjim lê ji diya min re nebêje , Ji min re got xalo Ca min keça te radestî asayîşa jinê kir zû bighê wê keça te here û ca min endama asayîşa jinê ye û navê wê hevala Perwîn e.

Min berê xwe da navenda asayîşa jinê cihê ku Seher Hûseyinî ji min re got,lê dema min ji wan re go kanî keça min Rewan man matmayî”.

Mamoste Imran Elîko Çîrokê xwe berdewam kir û got :

“Min eşkere ji wan re got ka keça min bidin min keça min xwendevan e,ne hatiye bibe lêşker û keça min ne li ser rêbaza we ye ne apoçiye û keça min bicûke hatibû ji bo dibistana xwe biryara wê hîn di destê min de ye.

Ji ber ku hîn bicûke , Û Seher Hûseyinî ji min re tekez kiriye ku dayika wê keça min aniye vê dera asayîşa jinê û belkî yek ji we ye ya navê wê Perwîn e”.

Herwiha Elîko got jî :

“Erkê asayîşê li hemû cîhanê parastin e,ne revandina zaroka ye , Û ez dayika Seher Hûseyinî ya bi navê hevala Perwîn endama asayîşa jinê dikim berpirsiyr di ber revandina keça xwe û ez keça xwe jê dixwazim”.

Herwiha bavê Rewan di dawiya axaftina xwe de,daxwaz kir ji hemû rêxistinên civaka navdewletî û partiyên siyasî û bi taybet komîtên her du şandên danûsitendinan yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê ku çarenûsa keça wî diyar bikin û wê vegerînin malê ji bo ku here dibistana xwe û wê endama asayîşa jinê bi navê Perwîn dayika Seher Hûseyinî wê dadgeh bikin.

Her wiha got jî:

” Û ez bi hêvî me ku fermandarê HSDê Mezlûm Ebdê bi lez li ser vê mijarê bisekine û sînorekî ji van karên xerab re deyne “.

 

Wek tê zanîn di vê dema dawî de,li herêmên Kurdistana Sûriya bi taybet di qonaxa danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê hejmar zarokên bicûk yên hatine revandin ji aliyê hêzên bi ser PYDê ve zêde dibe.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.