المجلس الوطني الكوردي في سوريا

şandek ji Tevgera Ciwanên Demoqiratî serdana ofîsa encûmena xwecihî ya Girkê Legê kirin ..

0 93

Îro roja sêşemê” 13″ ê, cotmeha” 2020 ” an, şandek ji Tevgera Ciwanên Demoqiratî serdana ofîsa encûmena xwecihî ya Girkê Legê ya bi ser ENKS ê ve kirin.

Û herwiha şanda tevgerê ji M,”Cinêd Seyid Mecîd”, berpirsê pêwendiyan yê tevgerê,û M, “Ebd-elrehman Husam ” berpirsê rêveber di desteya serkirdayetiyê di tevgerê pêk hat.

Û herwiha ev şand hatin pêşwazîkirin û bi xêrhatina  wan hate kirin ji aliyê serokê encûmena xwecihiya Girkê Legê M,Xelîl Osê, û M,Ebdelezîz Mecideldîn,û herwiha endamê ofîsa rawêjkarî ya PDK-S ve.

Û herwiha di vê derbarî de M, “Cinêd Seyid Mecîd ” berpirsê ofîsa pêwendiyan, bi zelalî naveroka vê civînê de ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

” Îro em weku Tevgera Ciwanên Demoqiratî serdana ofîsa encûmena xwecihî ya bajarê Girkê Legê ya bi ser ENKS ê ve kir û me herdû aliyan kêfxweşiya xwe da diyarkirin li ser vê serdana bi nirx.

Û di civatê de herdû aliyan hin mijar gengeşekirin li ser bûyerên herî dawî yên siyasî û herwiha rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê de derbarî encûmenên têgihiştinên danûstandinên di navbera ENKS ê û PYNK ê yên tên kirin rawestiyan û herwiha herdû aliyan tekes kirin bi awayekî erênî li van rêkeftinên kurdî yên tên kirin di navbera aliyên kurdî de nerîn”.

Û herwiha M,”Cinêd ” gotina xwe  berdewam kir û got:

” ku di civînê de herdû aliyan tekes kirin li ser giringiya piştevaniya rêxistin û saziyên ciwanan derbarî çawaniya çalakirina rola ciwanan di encûmena niştîmanî kurdî de, û herwiha di dawiyê de amaja pê kir ku weku Tevgera Ciwanên Demoqiratî ser xebata netewayî kurdî de û di ber xizmeta gelê kurd de berdewamin..

 

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.