المجلس الوطني الكوردي في سوريا

şandek ji tevgera Ciwanên Demoqiratî beşdarî Roja Cîhanî ya Jinan bûn li bajarê Dêrikê..

0 81

Îro roja duşemê “8”ê,Adara “2021”an ,şandek ji tevgera ciwanên Demoqiratî beşdarî roja Jinê bûn li bajarê Dêrikê ku hat vejandin bi vexwendin ji Encûmena niştîmanî kurdî li sûriya Xwecihiya Dêrikê.

Û herwiha ev şand bi seroketiya M,”Hemza Ismaîl” hevrêzê giştî yê tevgera ciwanan û herwiha hin endamên wê tevgerê.

Û herwiha di derbarî roja Jinê ya cîhanî de M,”Cîhan Reşîd Derwîş “nûnera Tevgerê di encûmena xwecihî ya Dêrikê de ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

” Di destpêkê de roja Jinê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin ,  û bi taybetî jina kurd ku her tim kar û xebatê xwe dike li ser daxwaza pêşketina jinê di hemû warên jiyanê de û nexasim di vê qonaxa hestiyar de”.

Û herwiha berdewam kir di gotina xwe û got :

”  îro ev şahî û ahingek bi çoş hat li darxistin bi amadebûna rêxistinên jinan û nûnerên partiyan ,

û ev yek weku rêzgirtinek ji karê jina kurd re û rola wê weku Dayîk û herwiha weku şervan ku di singeran de li milê mêran de xebatê dike ,de ku bide xuyakirin ku Jin dikare bi hemû şêweyên Jiyana xwe bi serkeftin birêve bibe.

Û herwiha di dawiyê de ahing bi stran û dîlan bi rêva çû.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.