المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Roja Cîhanî ya Jinan li Bajarê Qamişlo hat vejandin ji Aliyê Ofîsa Jinan ya ENKSê..

0 64

Di roja Yekşemê “7”ê, Adara “2021”an,ofîsa Jin û zarokan ya bi ser ENKS ê ve, demjimêr “2 “piştî nîvro bi helkefta roja Jinê ya cîhanî li bajarê Qamişlo ahing û şahiyeke bi coş li darxist.

û ev yek bi amadebûna rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî û encûmena niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîl.

Û Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û piştre gotina Encûmena niştîmanî ENKS ê ji aliyê M, “Ariya Cuma” berpirsa ofîsa Jin û zarokan û herwiha “Heyat Qiço ” endama di Ofîsa Jinê,  hat Xwendin.

Û herwiha di derbarê helkefta roja jinê ya cîhanî M,”Hêvî Omer “,endama komîta şaxî ya rêxistina jinê ya rojhilatî Qamişlo ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

” Wek tê zanîn her sal ev roj bi şahî tê li dardixên ,û vê rojê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin “.

û herwiha berdewam kir di gotina xwe de :

” di vê qonaxa hestiyar de ku miletê kurd têde derbas dibe,   jina kurd dikarîbû rol û xebata xwe bide xuyakirin di hemû warên jiyanê de , mîna warê civakî û çandî de , li ser daxwaza azadî û pêşxistina jinê.

Û herwiha ji rexekî dî ve di vê ahingê de helbest û stran ji aliyê komên filklorî ( Narîn- Orkêş-Xelat ) ve hatin pêşkêş kirin, û Hunermend Îmad Darî ev Ahing bi Stranan bi dawî kir .

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.