المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DI BIN DIRÛŞMA “JIN DI POSTA SERKIRDAYETIYÊ DE” ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA TIL TEMIR HAT VEJANDIN..

0 121

Îro roja Duşemê 8.3.2021ê de,li Nivîsgeha jinê û zarokatiyê ya encûmena xwecehî ya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve,li bajar Til Temir roja Cîhanî ya jinan vejand.

Di destpêkê de,mamosta Rewşen Dawid,bixêrhatina mêvanên beşdar kir û ev roj li wan pîrozbahî kir û

piştre xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir bi sirûda Ey reqîb rawestiyan.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan û ciwanan.

Herwiha gotina Emendariya giştî ya ENKSê ji aliyê mamosta Jînda Temê ve, hat xwendin.

Herwiha gotina wê jî di derbarê giringiya rola Jinê de bû di civakê û hemû aliyên jiyanê de,bi zilam re,û nirxandina kar û xebata jinê ji destpêka dîrokê ve.

Herwiha komek ji helbestan hatin pêşkêş kirin ji aliyê hin zarokan di derbarê helkeftê de.

Herwiha di dawiya helkeftê de hin cûreyên ji dîlanên folklorê kurdî jî hatin pêşkêşkirin .

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.