المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SILÊMAN OSO SEMÎNAREK DIYALOKÊ BI HEJMAREK REWŞENBÎ Û RAMIYARIYAN RÊ VE BIR.

0 75

Di roja şemiyê 19ê Pûşpera 2021an de, endamê desteya serokatiya encûmena Niştimanî, M. Silêman Oso semînarek danûstandinê bi hejmarek ji rewşenbîran û ramiyariyan re yên li Almaniya dijîn bi rêya li tora civakî ZOOM ê, bi  rê ve bir.

Di derbarê naveroka vê semînarê de, mamoste Mihemedemîn Umer nûnerê Tevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûrî di nûnertiya ENKSê ya Ewropayê de, ji malpera me ya ENKSê re bi riya telefonê ji Elmaniya ragihand û anî ziman: ku

mamoste Silêman Oso di destpêkê de, axivî li ser aliyê niştîmanî yê Sûrî û berdewamiya kirîza Sûrî ji aliyê wêrankirinê ji destpêka şoreşa Sûrî de.

Û di derbarê wê de, tekizî kir li ser çareseriya siyasî ji bo kirîza Sûrî bi giştî ku veguhestinek siyasî li gorî biryara civaka navdewletî ya Cinêv 2254 sala 2015an encam bide, û piştpêrastkirineke giştî li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî.

Herwiha Umer got jî: “Semînare rawestiya li ser amadekariyên kongirê çara yê ENKSê”.

Herwiha Umer got jî:

” M.Silêman Oso, di derbarê danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de jî şîrove kir, sedemên rawestandina diyalokê jî anî ziman, û pêşketinên herî dawî jî da xuyakirin û tekez kir li ser giringiya berdewamî û serkeftina wê, piştî rakirina tiştên neyinî û kiryarên xerab yên ku danûsitendinan disekinand ku bên bidawî kirin.

Herwiha mamoste M.Silêman Oso, rawestiya li ser guhertina demografî û binpêkirinên di derheqê xelkên resen yên herêmên Kurdistana Sûrî ( Efrîn, Girê Sipî û Serê kaniyê) ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve.
Û ji aliyekî din jî semînar rawestiya li ser têkiliyên ENKSê bi opozisyonê bi giştî û bi taybet bi Îtîlafa Sûrî re”.

Di dawiyê de, hemû mijarên hatibûn şirovekirin, hatin gengeşekirin û diyalog dewlemend bû bi nêrînên beşdaran.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.