المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI TEVGERA ÇAKSAZÎ SERDANA OFÎSA PÊWENDIYÊN GIŞTÎ YA PDK ê KIR..

0 74

Di roja yekşemê 10.1.2021ê de,şandek ji tevgera çaksaziya kurdî li Sûriya bi serokatiya hevrêzê giştî yê TÇKSê mamoste Fêsel Yûsif û hevalên tevgerê
D.Yeşar Elî endamê ofîsa cîbicîkar,
D.Ebdulwehab Ehmed endamê hevrêziya giştî û hevrêzê rêxistina tevgera TÇKSê li herêma Kurdistanê,
M.Wa’il Resûl Omer nûnerê Tevgerê di nûnertiya ENKSê de li herêma Kurdistanê.
Serdana ofîsa pêwendiyên giştî yê partiya dîmiqratî Kurdistan li Hewlêrê kirin.

Herwiha şanda TÇKSê hatin pêşwazîkirin ji aliyê mamoste Elî Hisên serokê ofîsa pêwendiyên giştî yê PDKê,û mamoste Nîzar Botanî û kesayetên dî ji ofîsa pêwendiyên giştî yê PDKê.

Di derbarê naveroka vê hevdîtinê de,mamoste Wa’il Omer nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya di nûnertiya ENKSê ya herêma Kurdistanê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

” Di destpêkê de ez spasiya we dikim,bi rastî di vê hevdîtinê de,hemû bûyerên siyasî yên nû li Sûriya û Iraqê bi awayekî taybet û yê herêmê bi giştî hatin gengeşekirin.

Herwiha di derbarê wê de,tekezî bû li ser giringiya yekhelwesta kurdî li Sûriya di derbarê gihiştina rêkeftinek giştî bo nerîniyan û pêwistiya gelê me di vê qonaxa hestiyar de, ya ku gelê me têde derbas dibe di derbarê danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de ya ku serdariya herêma Kurdistanê piştevaniya wê dike”.

Herwiha Omer got:

” Her du aliyan tekezî li ser giringiya piroja siyasî ya neteweyî ya hevseng ya ku serok Mesûd Barzanî serperiştiya wê dike,li gorî hemû guhertinên navdewletî û herêmî ji bo paraztina destkeftinên destûrî li herêma Kurdistanê.

Û piştevaniya xebata gelê me yî Kurd li Sûriya dike û parastina taybetmendiya wê ye neteweyî dike”.

Herwiha mamoste Wa’il Omer got jî :

” Di dawiya hevdîtinê de,her du aliyan tekezî li ser pêwistiya berdewamiya tevinê girêdana pêwendiyan di navbera hemû aliyên Kurdistanî de.

Û xurtkirina biratî û hevrêzî di navbera partiya Dîmiqratî Kurdistan û Tevgera Çaksaziya Kurdî –Sûriya de kirin”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.