المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVDÎTINEK DI NAVBERA PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ -SÛRIYA Û PARTIYA PÊŞVERÛ ÇÊBÛ ..

0 63

Di roja duşemê 11.1.2021ê de, hevdîtinek di navbera partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya û partiya dîmiqratiya pêşverû ya Kurdî li Sûriya li bajarê Qamişlo li navenda P.D.P.K.S hat li darxistin.

Herwiha şanda PYKSê bi serokatiya sekretêrê wê mamoste Silêman Oso,û şanda P.D.P.K.S bi serokatiya mamoste Ehmed Berekat endamê ofîsa siyasî.

Herwiha her du alî bûyerên siyasî yên nû giftûgo kirin,û bi awayekî berfire li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de rawestiyan.

Û tekez kirin li ser giringiya berdewamiya van danûsitendinan.

Û bi dawîkirina wê bi encamên serkeftî ji bo yekrêzî û yekhelwesta Kurdî û çareseriya hemû xalan li gorî berjewendiyên gelê Kurdê li Kurdistana Sûriya yê.

Herwiha giringiya hebûna ENKSê di nava opozisyonê de jî,hat gengeşe kirin ji bo destkeftinên destûrî li gorî berjewendiyên gelê kurd li Sûriya.

Herwiha li ser rewşa ENKSê baş hat sekinandin û tekez kirin li ser giringiya van dîtinên hevbeş ji bo nêzîkirina di raman û nerînan de.

Wek tê zanîn di vê dema dawî de,partiya Yekîtî Kurdistanî-Sûriya hevdîtinên hevbeş bi hemû partiyên di nava ENKSê û yên ji derva wê jî li dar dixe.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.