المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI NAVENDA PARTIYA YEKÎTÎ DÎMIQRATÎ KURDISTANÎ LI HESEKÊ GOTAREK HAT PÊŞKÊŞ KIRIN..

0 64

Di roja înê 8.1.2021ê de,Li bajarê Hesekê li navenda partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdistanî , gotarek bi navnîşaniya ( Nîmûneya nûnertî ji bo mirov )
M.Şukrî Yûsif pêşkêş kir.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên baldar di derbarê vê yekê de û bi beşdarbûna endamên rêxistina bajarê Hesekê ya partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdistanî .

Herwiha gotarbêj M. Şukrî Yûsif bi awayekî zanistî û berfire gotara xwe şirovekir.

 

Di derbarê vê yekê de,mamoste Şukrî Yûsif ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di destpêkê de,ez spasiya we dikim,bi rastî armanc jê avakirina mirova ye û di vê gotarê de, komek ji ciwanan bêtir beşdar bûn yên endamên partiya Yekîtî dîmiqratî Kurdistanî li bajarê Hesekê û gotar bi awayekî pir coş û aktîv bû ji aliyê hemû kesên beşdar”.

 

Herwiha Yûsif got:

” Bi rastî me ruhekî berpirsiyarî û çalak kir nav wan,û me diyar kir ku mirov bi çi awayî wê xwe ava bike,wê pir astengî werin pêşiya wî ji ber ku bê estengî na be wek yekî xwendekar wê bi ça awayî xwendina xwe berdewam bike û bi dawî bike”.

Herwiha Yûsif anî ziman û got:

“Di mijarê de,me pir berevaniyên bi bandor ji wan re dan xuyakirin ta mirov bi çi awayî xwe ava bike,me hin tiştên aliyên neyinî û erênî jî diyar kir bêtir tiştê erênî me da xuyakirin ji bo ku mirov bi çi awayî xwe pêşbixe û rola xwe di civakê de bilîze,û bighê armanca xwe”.

Herwiha Yûsif got jî:

” Di mijarê de,me pêşxirî û bingeha kar diyarkir ji bo ku mirovek çawa hez bike ji civakê û karibe alîkariya wan bike ji bo bighê astak herî bilind di derbarê karê xwe de.

Û me coreyên mirovan jî diyar kir (mirovê dîtinê,mirovê gulêbûnê û mirovê hisî) û em li ser wan baş axivîn û me tiştê baş û ne baş da xuyakirin û bêtir tiştê baş me da xuyakirin ji bo bi çi awayî mirov bi wan re bidûbistîne”.

Herwiha mamoste Şukrî Yûsif di dawiya axaftina xwe de,Spasiya me kir û ku em di qonaxeke hestiyar de dijîn û pêwistiya ciwanên me bi xoleyên perwerdê heye di derbarê avakirina mirovan de.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.