المجلس الوطني الكوردي في سوريا

pêwendiya di navbera ragihandin û siyasetê de , Navnîşana Semînarek li Qamişlo ..

0 78

Di roja înê “9” ,cotmeha “2020”an, demjimêr “5” ê,êvarî nivîsgeha çand û ragihandinê ya rêxistina rojhilatî Qamişlo ya PDK- S, semînarek li darxist sernavê “pêwendiya di navbera ragihandin û siyasetê de”, û ev yek bi amadebûna hejmarek ji Endamê partiyan û kesayetên serbixwa.

 

Û herwiha Di destpêkê de M,”Şikrî Ebd-Elrehman “, endamê komîta herêmî ya PDKS, bi xêr hatina hemû beşdaran kir û piştre xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha ev semînar ji aliyê M,”Xoşnav Ne’so “endamê komîta herêmî ya PDKS ve hate pêşkêş kirin li ofîsa Pdk-s ya rojhilatî Qamişlo.

Û di derbarê vê semînarê de birêz “Xoşnav Neso”, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

“Îro li ofîsa rojhilatî Qamişlo ya PDKS ê, me ev semînar sernavê Pêwendiya di navbera “ragihandin û siyasetê” de li darxist , û têde gelek mijar û xalên girêdayî di warê mîdiyayê de hate pêşkêş kirin, û herwiha ji aliyekî din ve rola ragihandinê di veguhastina rastiyê de û bandora wê di hemû warên Siyasî û Civakî de taybetî di vê qonaxa hestiyar de”
Û herwiha M,”Neso “, berdewam kir

:” ku di semînarê de li ser cûdahî û bandor di navbera Siyasî û ragihandinê de bi awayekî berfireh hate behis û şîrovekirin”.

Û herwiha berdewam kir ki armanc ji vekirina xuleyên bi vî şêweyî de ku çand û agahî li gel xelkê zêde bibe li ser mijarên cuda û em weku ofîsa çand û ragihandinê li ser karê ku dikeve di ber xizmeta milet de berdewam in.

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.