المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE ENKSê BI ŞÊWIRMENDÊ SIYASÎ YÊ KONSULXANEYA FIRANSA RE LI ISTENBOLÊ CIVIYA.

0 81

Di roja Pêncşemê 20-1-2022an de,şandek ji nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de, ku ji: (Dr.Ebdulhekîm Beşar, Perwîn Remê, Şelal Gedo, Îmad Berho) pêkhatibû, bi birêz Anton re,Şêwirmendê siyasî li konsulxaneya Firansî li IStembolê,civiya, ku tekezî li ser berdewamiya piroseya siyasî di navbera rêjîm û opozisyonê de, di bin sîwana Netewên Yekgirtî de li Cinêvê kir, û tekez kir ku welatê wî dê bi hevkarên xwe re kar bike ji bo vegerandina leza wê.

Ji aliyê xwe ve, şanda encumenê amaje bi giringiya rola Firansa di dosya Sûriyê de kir, nemaze piştî wergirtina serokatiya demkî ya Yekîtiya Ewropî, û îhtîmala lîstina roleke Ewropî ya bibandor di wê de, ji bo rêgirtina li vegerandin û nûavakirina Rêjîma Sûriyê , dîsa tekezî li ser pabendbûna opozisyona Sûriyê bi çareseriya siyasî li gorî biryarên navdewletî kir.

Herwiha her du aliyan rewşa xirab a aborî ku li navçeyên rojhilatê Firatê bi giştî û deverên kurdî bi taybetî, ji ber têkçûna rêveberiya xweser ji bo dabînkirina asta herî kêm a jiyanê gotûbêj kirin.

bi sepandina heq û bac û zêdekirina bihayan, belavkirina gendelî û derxistina pereyan bo derve, û nerêveberî û kontrolkirina kesên nezan ên derveyî sînor bi hevbeşên vê rêveberiyê û bidestxistina debara jiyanê û xizmetguzariyên bingehîn bûye xewna hemû gelê me.

mirovên li wir, ku bêtir ji wan dihêle ku koçî derveyî welat bikin.

Herwiha şanda Encûmenê bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên bi navê ciwanên şoreşger ên Sûriyê (Ciwanên Şoreşger), ku fermanên xwe ji Qendîlê werdigirin, bi armanca têkbirina partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û alîgirên wê, û pêwîstiya rawestandina revandina zarok û temenbiçûk ji bo leşkerkirina wan, herwiha rawestandina revandin û binçavkirina bi darê zorê, û îşkencekirina çalakvan û rojnamevanan, û nehiştina azadiya bîr û ramanan.

Herwiha Nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî daxwaz ji dîplomatê Firansî kirin ku bursên zanîngehan ji bo xwendekarên Kurd ên Efrînê dabîn bike û xwendekarên penaber ên Herêma Kurdistanê jî bikeve nav bernameya bursên Firansî.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.