المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Amûdê : YEKÎTÎ KURDISTANÎ SEMÎNAREK SIYASÎ LI DAR XIST

0 100

Rêxistina Amûdê ya Partiya Yekîtî – Kurdistanî di roja Înê 7.1.2022an de, semînarek siyasî lidarxist û semînar ji aliyê M.Gibra’êl Mûşê ve, berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Rêxistina Aşûrî ya Demokrat û endamê desteya serkirdayetiya Eniya Aştî û Azadiyê hat bi rê ve birin.

Di destpêkê de, Berzan Şêxmûs bi xêrhatina hemû beşdaran kir û piştre kêlîkek bêdeng rawestiyan li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan.

Herwih Mûşê, di destpêkê de, behsa çalakiyên dawî yên çarçoveyên ku rêxistin di nav hevbendî, Eniya Aşitî û Azadiyê û Desteya Danûstandinan de cih digire, û li ser rastiyên gera şeşemîn a civînên Komîteya Destûrî, ya vê dawiyê li Cinêvê pêk hat, û astengkirina wê ya berdewam ji aliyê rêjîmê ve.

Herwiha Mûşê, tekezî li ser berdewamiya rêxistinê li ser helwêstên xwe yên piştgiriya çareseriya siyasî li Sûriyê li gor biryarên rewatiya navdewletî û bi taybet biryara 2254 kir, û tekezî li ser giringiya pêkanîna hewleke dîplomatîk ji aliyê welatên destwerdanê di karûbarên Sûriyê de ji bo aktîvkirina vê rêyê kir.

Herwih Mûşê, ronahî da ser Eniya Aşitî û Azadiyê û rola wê ya pê radibe û nêrîna siyasî, kar û erkên wê rave kir.

Herwiha bal kişand ser rewşa siyasî ya giştî ya li dora doza Sûriyê û li ser çareseriyan bi armanca xurtkirina ronahiya helwesta niştimanî ya hêza opozîsyonê li herêmê .

Herwiha Mûşê, îmkanên ku ji bo bihêzkirina opozîsyona Sûriyê li ser maseya danûstandinan ji aliyê Netewên Yekgirtî ve li Cinêvê bi armanca cîbicîkirina biryara 2254 hatiye pêşkêşkirin, şirove kirin.

Di dawiyê de, semînar bi pirs û pirsiyarên beşdaran ve, dewlemend bû ku ji aliyê M.Gibra’êl Mûşê ve, bi zelalmenî bersiva wan hat dayîn.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.