المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI PYK-SÊ SERDANA XWECIHIYA DÊRIKÊ YA BI SER ENKSÊ VE KIR..

0 82

Di roja çarşemê 24.11.2021ê de, şandeke Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûrî serdana ofîsa xwecihî ya bajarê Dirkê ya bi ser ENKSê ve kir.

Herwiha Şande ji rêxistinên Yekîtî yên Dirkê, Girkê Legî û Aliyan bi serpereştiya her du endamên komîta siyasî M.Nefîsa Elî û M Ferhan Merî pêk dihat û ji aliyê serok û endamên xwecihiyê ve hatin pêşwazîkirin.

 

Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser giringiya hemahengiya di navbera pêkhateyên encûmenê de kirin, û tekezî li ser giringiya serdan û berdewambûna wan li herêma Dêrikê ku di nav de, navçeyên Dêrik, Girkê Legê , Çil Axa û Alyan.

Herwih her du alî rewşa dawî ya siyasî li Sûriyê, diyaloga kurdî-Kurdî, rewşa aborî û xizmetguzariyê li navçeyê û sedemên koçberkirina ber bi welatên Ewropî gotûbêj kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.