Home / Breaking news / RÊXISTINA QAMIŞLO YA PYK-SÊ SEMÎNAREK BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA TÊKOŞÎNA JI BO TUNDIYA LI SER JINÊ BÊ RAKIRIN HAT LIDARXISTIN..

RÊXISTINA QAMIŞLO YA PYK-SÊ SEMÎNAREK BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA TÊKOŞÎNA JI BO TUNDIYA LI SER JINÊ BÊ RAKIRIN HAT LIDARXISTIN..

Bi boneya roja cîhanî ya rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan، li ser vexwendina Nivîsgeha Jin û Zarokan ya bi ser PYK-Sê ve û bi alîkariya Rêxistina Qamişlo, semînarek li ser tundûtûjiya li ser jinan hat lidarxistin.

Rêxistina Qamişlo ya Partiya Yekîtî Kurdistanî semînarek bi rêveberiya Mamoste Mihemed Zekî Osê, û bi beşdarbûna berpirsiyariya ofîsa jinê ya bi ser PYK-Sê ve, Xanim.Nisrîn Çeto û bi amadebûna nûnerên rêxistinên jin û ciwanan û kesayetiyên siyasî hate lidarxistin.

Herwiha Osê, rawestiya li ser qonaxên ku jin di civakên rojhilat û rojava de ji tundî û îstîsmarê derbas bûne, pirtûkên hin rexnegir, zanyar, nivîskar û nivîskarên wekî Newal ESadawî, Ehlam Mistexanimî û zanyarê rûs Pavlov vedibêje.

Û amaje bi civakên ku ji tundûtûjiyê û îstîsmarkirina jinan rizgar bûne û mekanîzma û rêbazên ku ji wan rizgar bûne, bi komîte û yasayên ku di wan civakan de hatine sepandin kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.